Ali Babacan li Diyarbekirê kongreya partiya xwe li dar dixe

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) li Diyarbekirê bi pankartên bi zimanê Kurdî pêşwazî li Ali Babacan dike.

Diyarbekir (K24) – Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan ji bo lidarxistina kongreya partiya xwe, îro gihişte Diyarbekirê.

Nûçegihanê Kurdistan24ê Hesen Kosen ji Diyarbekirê ragihand ku Serokê Partiya DEVA li Diyarbekirê ye û ligel nûnerên saziyên civakî yên sivîl û karsazan civînek encam dide.

Hesen Kosen eşkere kir ku Ali Babacan danê sibê gihişte Diyarbekirê û bi stranên Kurdî hat pêşwazîkirin û Babacan li nava bajêr geştek kir û piştre ligel nûnerên saziyên civakî yên sivîl û karsazan dest bi civînê kir.

Herwiha nûçegihanê me destnîşan kir ku Ali Babacan ji çapemeniyê re diyar kir; li Tirkiyê dema azadiya fikr û ramanê tinebe, aborî jî pêşve naçe û rewşa mirovî jî pêş nakeve.

Ali Babacan eşkere kiriye ku dema ew di nav Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de bû, rewşa Tirkiyê baş bû û ew tîma ku Tirkiye gihandibû rewşeke baş, niha li cem wî cih digre û ji ber vê yekê Babacan diyar dike ku ew ê dîsa Tirkiyê rakin ser piyan.

Babacan ji rojnamevanan re daye zanîn ku li Tirkiyê pirsgirêka yekem azadiya fikr û ramanan e û li ser vê mijarê rexne li siyaseta AK Partiyê dike.

Ali Babacan behsa jikardûrxistina serokên şaredariyên bakurê Kurdistanê kir û got ku ti ewlehiya kesên hilbijartî nemaye, him serokên şaredariyan ku ji aliyê welatiyan ve hatine hilbijartin û him jî parlementerên ku li Parlementoya Tirkiyê ne, têne desteserkirin û bertek li hember vê yekê nîşan da.