Li Zanîngeha Dîcleyê ceribandina vaksîna Covid-19 dest pê dike
Li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir a bakurê Kurdistanê jî cara yekem dermanê vaksîna vîrûsa koronayê li ser bijîşkên xwebexş tê ceribandin.
Diyarbekir (K24) - Li gelek dewletên cîhanê xebatên zanistî yên ji bo peydakirina vaksîna vîrûsa koronayê berdewan dikin. Li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir a bakurê Kurdistanê jî cara yekem dermanê vaksîna vîrûsa koronayê li ser bijîşkên xwebexş tê ceribandin. Yek ji bijîşkê ku vaksîn bi kar anî Prof. Dr. Alpaslan Kemal Tuzcu ye. Ew dibêje; cara yekem e ku li Diyarbekirê vê vaksînê li ser xwe diceribînin û heger serbikevin dê ev ji bo hemû cîhanê bibe gaveke girîng.
Prof. Dr. Alpaslan Kemal Tuzcu, li Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê mamosteyê Nexweşiyên Metabolîzma û Endokrînolijiyê ye. Alpaslan Kemal Tuzcu, yekem bijîşkê xwebeş e ku li bakur, vaksîna vîrûsa koronayê bi kar aniye. Bijîşk amaje dike ku, ev vaksîn li Çînê hatiye amadekirin û ew jî dê di destpêkê de li ser xwe biceribînin. Li gorî ku mamoste dibêje; ew pê bawer in ku ev vaksîn ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê heta sedî 90 jî sûdbexş be.
Prof. Dr. Alpaslan Kemal Tuzcu ji Kurdistan24ê re ragihand: “Li herêmê cara yekem e ku xebata vaksînê tê kirin. Ji ber ku herî zêde xebatkarên tenduristiyê di nav rîskeke mezin de ne ev vaksîn li ser wan tê ceribandin. Me jî got; da ku em alîkariya vê xebata zanîstî bikin me xwebeş kir. Tenê bi vaksînê mirov dikare ji vîrûsa koronayê xilas bibe. Heta niha ev vaksîn li 10 hezar kesên xwebeş dane. Ji sedî 80 heta 90 kesên ku ev vaksîn li xwe dayî bi koronayê nakeve.”
Li gorî ku Prof. Dr. Alpaslan Kemal Tuzcu dibêje; heta ku bi awayekî zanistî bê zanîn ka vaksîn bi kêr tê an nayê divê di pênc qonaxan re derbas bibe û herî dawî jî divê li ser bi hezaran kes bê caribandin. Niha vaksîn di qonaxê sêyem de ye. Bijîşk Alpaslan Kemal Tuzcu amaje dike ku, hêj tu nerêniyeke hîs nekiriye û tenê ji sedî yek û nîv dibe sebebê bêhalî û ji hezaran dudu jî dibe sebebê tayê. Li gorî ku mamoste dibêje; gelek nexweşên şekir, bandoreke nerênî li vîrûsa koronayê dibînin û dê ev vaksîn nexweşên nexweşiyên domdar jî biparêze.
Prof. Dr. Alpaslan Kemal Tuzcu destnîşan kir: “Li herêma me li gorî 2-3 hefte berê hejmara nexweşên koronayê kêm dibin. Bi destpêkirina perwerdehiyê dibe ku dîsa nexweşên ku mamoste û xwendekar dibin sebep zêde bibin. Ji aliyê din ve herî zêde nexweşên şekir bandoreke nerênî ji koronayê dibînin. Divê ev nexweş ji her kesê zêdetir baldar bin.”
Li Stenbol, Enqere, Kocaelî û Diyarbekirê vaksîna vîrûsa koronayê tê ceribandin. Li gorî ku bijîşk dibêjin; li seranserê cîhanê 9 xebatên vaksîna koronayê tên birêvebirin û hemû jî bi awayeke baş berdewam in. Tê çaverêkirin ku ji sedî 80yê xebatkarên tenduristiyê dermanê vaksîna koronayê bikarbînin. Piştî bijîşkan tê gotin ku dê ev vaksîn di meha kanunê de li ser welatiyên xwebexş jî were bikaranîn. Heger encameke baş ji van xebatan bê girtin dê êdî vaksîn ji bo hemû hemwelatiyan were amadekirin.