Beşîr Hedad: Divê kesên baregeha PDKê şewitandin werin darizandin

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad li ser şewitandina navenda Liqa 5 a PDKê ji hêla alîgirên Heşda Şe'bî ve li Bexdayê, bi daxuyaniyekê ragihand

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad li ser şewitandina navenda Liqa 5 a PDKê ji hêla alîgirên Heşda Şe'bî ve li Bexdayê, bi daxuyaniyekê ragihand; divê lêkolîn li ser vê bûyerê û hander û bêdengiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê were kirin û ewên ku ev kiryar kirine werin girtin û darizandin.

Di daxuyaniyekê de Beşîr Xelîl Hedad şewitandina Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şermezar dike ku vê sibê 17ê Cotmeha 2020an ji aliyê çend xwepêşanderên xirabker ve hate şewitandin.

Beşîr Hedad destnîşan dike; divê rewşa hestyar ku niha welat tê re derbas dibe, li ser hemû aliyan pêwîst dike ku rewşê ber bi arambûnê ve bibin, ne ku êrîş bikin ser baregehên partî û aliyên siyasî û agir berdin û sivikatî bi ala herêmeke federal a destûrî bikin, ku sembola pîroz a miletekî ye, ne tenê partiyekê.

Hedad bang li hikûmeta Iraqê û Encûmena Bilind a Dadê ya Federal dike ku li ser bûyerê û hander û bêdengiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê lêkolînê bikin û kesên ku ev kiryar encam dane desteser bikin û wan derxînin dadgehê. Divê hemû alî û aliyên siyasî yên Iraqê û fraksiyonên Parlementoya Iraqê li hember vê bûyerê helwesta xwe nîşan bidin.