Aydogan: Di bernama Partiya DEVA de mafên Kurdan hatiye nivîsandin

Serokê Şaxa Mêrdînê ya Partiya DEVA Mesud Aydogan li ser pirsa Kurd diyar kir: “DEVA dizane ku eger vê pirsê çareser neke, gelek pirsgirêkên din jî dê bê çareserî bimînin.”

 

Hewlêr (K24) – Serokê Şaxa Mêrdînê ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Mesud Aydogan li ser pirsa Kurd diyar kir: “DEVA dizane ku eger vê pirsê çareser neke, gelek pirsgirêkên din jî dê bê çareserî bimînin.”

Mesud Aydogan ji Mêrdînê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pirsa Kurd û nêrîna Partiya DEVA ya li ser vê mijarê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Serokê Şaxa Mêrdînê ya DEVA Mesud Aydogan dibêje ku li Tirkiyê nifûseke mezin a Kurdan dijîn û xwe aîdî vî welatî hîs dikin, dema perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî daxwaz bikin, ev mafê wan e û got: “Li gor nêrîna partiya me, gelê Kurd ne mecbûr e daxwaz jî bike, ev heq jixwe heqê wî ye û divê dewlet û hikûmet vî heqî, ne hewce ye daxwaz bike, divê vê xizmetê jê re bike.”

Mesud Aydogan diyar kir ku di bernama Partiya DEVA de mafên Kurdan hatiye nivîsandin û dema partiya wan were desthilatê, divê mafên Kurdan bidin.

Gelek hikûmetên Tirkiyê pêwîstiya çareserkirina pirsa Kurd anîn ziman, lê heta niha jî ev pirs nehatiye çareserkirin, li ser vê mijarê Mesûd Aydogan diyar kir: “DEVA dizane ku eger vê pirsê çareser neke, gelek pirsgirêkên din jî dê bê çareserî bimînin. Gelek pirsgirêk; aborî, perwerdehî, hiqûq, bi vê pirsê ve girêdayî ne. Heya tu vê pirsê çareser nekî, tu nikarî pêş bikevî.”