Nerînên aliyên siyasî yên rojava derbarê hilbijartinên Amerîkayê de

Hatina 59emîn xula hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê jî helwest û nerînên xwe bi rengekî cuda derbarê wan hilbijartinanan de radigihînin.

 

Hewlêr (K24) - Hatina 59emîn xula hilbijartinên serokatiya welatê Amerîkayê, aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê jî helwest û nerînên xwe bi rengekî cuda derbarê wan hilbijartinanan de radigihînin û daxwaz dikin helwesta serokê nû yê wî welatî li hemberî Kurdan û taybet jî li rojavayê Kurdistanê zelal û diyar be.

Roleke girîng a siyasî û serbazî ya Amerîkayê di rewşa Sûriyê û bi taybet di rewşa rojavayê Kurdistanê de heye.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro di wê baweriyê de ye ku siyaseta demokratên wî welatî li hemberî rewşa Sûriyê ne zelal e û helwesta ENKS jî di derbarê hilbijartinên Amerîkayê de radigihîne.

Îbrahîm Biro ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di rewşa Sûriyê bi tevahî de û di rewşa Kurdî de jî, mixabin stratejiyeke zelal a Amerîkayê tine ye, aniha jî rast e xelk li benda hilbijartinên Amerîkayê ne, lê em dizanin eger Demokrat werin, dê tifaqeke newewî bi Îranê re bikin. Li gor vêya, dê rewşa miletê Sûriyê, bi tevahî ne gelek baş bikin, eger Demokrat werin. Ji aliyekî din ve jî, Trump jî mesaja wî hinekî metirsiyê li cem me çêdike. Lê dimîne ku firseta demokratan belkî bêhtir be di vê demê de.”

Nûnerê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê yê li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn di heman derbarê de helwesta pêşverû eşkere dike.

Elî Şemdîn diyar kir: “Trump nîşan da, di çar salên rabirdû de tiştekî xerab kir derbarê Kurd de, li Sûriyê bi taybetî, li Kurdistana Sûriyê, Efrîn û Girêspî û Tilebyed her li jêr çavdêriya Amerîkayê bû. Em hêvîdar in ku serokê dahatû yê Amerîkayê, eger Trump be, an Joe Biden be, li Kurdan binêrin.”

Di 59emîn xula hilbijartinên Serokatiya Amrîkayê de pêşbînî û helwest li gel nerînên cûda cûda li cem aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê çêkiriye.