Kurdên Başûr derheqê Joe Biden û Donald Trump de çi dihizirin!

Piştî 10 rojan hilbijartinên Serokatiyê yên Amerîka pêk tên. Rikaberiyeka dijwar di navbera Donald Trump û Joe Biden de heye.

Hewlêr (K24) - Çavê aliyên siyasî yên Herêma Kuridistanê li hilbijartinên serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne. Li gor aliyên siyasî, "Siyaseta DYA'yê bi gûherîna serokan nayê gûhertin. Siyaseta DYA, taybet  li Iraq û hemû Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên aborî dimeşe.

Piştî 10 rojan hilbijartinên Serokatiyê yên Amerîka pêk tên. Rikaberiyeka dijwar di navbera Donald Trump û Joe Biden de heye. 

Hemwelatiyê Herêma Kurdistanê derheqê hilbijartinan de hizrên xwe ji bo Kurdistan24'ê gotin.

Hesen Axayê Dizeyî dibêje bi şîreta bavê xwe rewşê şirove dike.

Wêne: Hesen Axayê Dizeyî, Derhqê hilbijartiyên Amerîka (DYE) de hizrên xwe dibêje.
Wêne: Hesen Axayê Dizeyî, Derhqê hilbijartiyên Amerîka (DYE) de hizrên xwe dibêje.

Dizeyî dibêje, "Salên 1950'yan bavê min ê rehmetî digot, baweriyê bi Amerîka û Brîtanya neînin. Herdu welat firoşkar in. Em nikarin bêjin kîjan baş e, kîjan xirab e."

Endamê Polît Bûroya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre baweriyê bi siyaseta Trumpî naîne.

Wêne: Sedî Pîre, Endamê Polît Bûroya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
Wêne: Sedî Pîre, Endamê Polît Bûroya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Pîre dibêje, "Heger em wekî kurd bihizirîn; ferqa di navbera Donald Trump û Joe Biden de ev e: Dema Joe Biden wezîrê derve li gor yasayên Amerîka tevdigerî. Lê di dema Donald Trumpî de yasa û qanûn neman. Dibînî Trump li gel partiya xwe biryarekê dide. Sibê radibe bi twitekê hemû biryarê hildiweşîne/têk dibe."Hinek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî çaverê ne ku piştî hilbijartinan Amerîka siyaseta xwe ya Iraqê bigûhore. Lêbelê di wê baweriyê de ne bi gûherîna serokî siyaseta Amerîkayê nagûhore. 

Endamê Polîtbûroya Partiya Zehmetkêşan Hindirîn Ehmed diyar dike ku Amerîka bi serokan nayê gûherîn.

Wêne: Hindirîn Ehmed, Endamê Polîtbûroya Partiya Zehmetkêşan.
Wêne: Hindirîn Ehmed, Endamê Polîtbûroya Partiya Zehmetkêşan.

Hindirîn Ehmed dibêje, "Li gor me, bi gûherîna serokê Amerîkayê, siyaseta wan a Rojhilata Navîn nagûhore. Siyaseta xwe li ser parastina stratejiya Amerîka ava kirine."

3'yî meha Mijdarê (Çiriya Paşîn) hilbijartinên Amerîka pêk tên. Donald Trump û Joe Biden du berbijêrên bi hêz ên vî welatî ne. Hizr û armancên herdu hevrikan cûda ne. Lêbelê xelkê Herêma Kurdistanê bawer dike ku bi gûgerîna serokê Amerîkayê siyaseta wan a Rojhilata Navîn nayê gûherîn.