Li Stenbol werzişvanan trenê 33.5 ton bi werîsê kişandin

Li Stenbolê yekem Pêşbaziya Kişandina Şîmendîferê an jî Trenê li hat lidarxistin.

 

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê yekem pêşbaziya kişandina şîmendîfer-tren hat sazkirin. Di pêşbaziyê de ku li Stenbolê pêk hat, kesên beşdar trena 33.5 ton, bi werîsa pişta xwe ve girêdan kişandin. Beşdarên di demeke kurttir de trêna giran kişandin heta cîhê diyarkirî hatin xelatkirin.

Bi werîsên bi xwe ve girêdan 33.5 ton şîmendîfera giran kişandin.

Li Tirkiyê yekem Pêşbaziya Kişandina Şîmendîferê an jî Trenê li Stenbolê hat lidarxistin.

Di pêşbaziyê de ku ji hêla Şaredariya Bajarê Stenbolê ve hat sazkirin pêşî kom bi kom çend tîmên ji hev cuda beşdar bûn. Di nav wan koman de du werzîşvanên jin jî cîh girt û hewl dan trêna giran bibin cîhê dawiyê.

Werzîşvan Arzu Ozaydin: “Zehmet bû lê gelek baş bû kêfa min hat. Cara ewil ez beşdar dibim, ji vir şûn da ez ê her sal beşdar bibim, gelek xweş bû.”

Ismaîl Kavak: “Me nedizanî evqas girantir bûbûya lê kelecan û hêzeke xweş li me peyde kir ev têrî me kir.”

Werzîşvan Betul Başoglu: “Bêguman li me giran hat. Lê bi bawerî û xîreta xwe me ev trena giran heta dawiyê bir û ez pê gelek şanaz bûm.”

Werzîşvan Mehmet Ateş: “Zehmetî û westandin ne xema me ye, em pê gelek dilxweş û şanaz bûn. Baş e ku em beşdarî vê pêşbaziya rengîn bûn.”

Werzîşvan Hakan Sarikoç: “Destpêkê zehmet bû lê paşê bi hêza tîma xwe me ev barê giran bir serî.”

Piştî tîman, werzîşvanên profesyonel ku di pêşbaziyên berê yên navdewletî de hatine xelatkirin bi tena serê xwe şîmendîfera 33,5 ton kişandin.

Werzîşvan Bora Guner: “Her çiqas ez pê westiyabim jî lê ji bo pêşbaziyeke wiha ez gelek kêfxweş im. Li Tirkiyê werzişên bi vî awayî zêde nayê kirin, hêvîdar im zêdetir be.”

Di nav tîman de tîma Xeta Kabataş Bagcilar bû yekem. Ji werzîşvanên ku bi tena serê xwe ketin pêşbaziyê Bora Guner bû yekem kesên bi ser ketin bi kûpa û belgeyeke hatin xelatkirin.