Serokê Azerbaycanê dibêje 'Me hinek gundên din ji Ermenistanê rizgar kirin'

Taybet navçeya Zengelan gelek giring e. Ji ber ku li ser sînorê Ermenistanê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Azerbaycanê Ilham Aliyev li ser hejmara xwe ya Twitterê dibêje, li Qerebaxa Çiyayî hinek gundên din ji Ermenistanê wergirtine.

Alîyev dibêje, "Artêşa Azerbaycanê ya bi navûdeng li navçeya Cebrayîl gûndên Kurbantepe, Şahveledli û Hûbyarli; Li Zengelan Aladîn û Vecnelî, li Qubatli Kavdadik, Memer û Molali rizgar kirin."

Taybet navçeya Zengelan gelek giring e. Ji ber ku li ser sînorê Ermenistanê ye.

Ev dever û gûndên tên behskirin, bi eslê xwe li Kurdistana Sor in. Serê sedsala 20'an li vir Herêma Kurdistanê hatibû avakirin.

Fly Erbil Advertisment