Mesrûr Barzanî: Em dixwazin xelkê Kurdistanê bi xwe bibe hilberîner
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeyeke stratejî ya Wezareta Çandiniyê danî. Armanca projeyê, dabînkirina asayişa xwarekê ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeyeke stratejî ya Wezareta Çandiniyê danî. Armanca projeyê, dabînkirina asayişa xwarekê ye.
Ew proje ku biryar e heta Zivistana sala bê, her du qonaxên wê werin cibicîkirin, Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê de gotarek pêşkêş kir û ragihand:
Di navîna sedsala borî de di şikefta Şandarê de li herêma Barzan hestiyên mirovê Neanderthal hatin dîtin ku berî 50 hezar sal dijiyan. Cihê balkişiyê ew e, bi wan hestiyan re genim hatibû dîtin. Ew nîşaneya pêwendiya rasterast a mirov bi çandiniyê re ye di wê serdemê de. Piştî wê, em dizanin ku gundê Çermo li Kurdistanê yek ji kevintirîn gundên cîhanê tê naskirin ku rûniştvanên wî gundî çandinî kirine. Ev jî tê wê wateyê ku pêwendiya gelê Kurdistanê û vê herêmê bi çandiniyê re, pêwendiyeke dîrokî ye. Lê mixabin di dirêjiya dîrokê de bi taybetî di sedsala borî de, wek pêwîst ji berhemên çandiyê yên Herêma Kurdistanê nehat wergirtin.
Me di vê kabîneyê de gelek hewl da ku dahata Kurdistanê bê hemecurkirin û giringîyeke taybetî bi karta çandiniyê bê dayîn. Gelekî dixweş im ku îro em li vir in û beşdarî dirustkirina vê kargehê û komgehan dibin û kevirê binyadê jê re datînin. Ev proje, projeya bazirganîkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ye û ne tenê ya parêzgeha Hewlêrê ye. Li cih û parêzgehên din jî projeyên wiha berdewam dibin.
Eger bê bîra me, di nava sedsala dawî de heta vê dawiyê, mixabin Kurdistan piştî ku hat enfalkirin û kîmyabarankirin, beşeke mezin ji zeviyên cotkaran hatin wêrankirin û şewitandin. Gundên me neçar man ku cihên xwe bihêlin, gundên wan hatin wêrankirin û li gelek kampan de hatin bicihkirin. Mixabin vê jî hîşt ku berhemên çandinê yên Kurdistanê ziyaneke gelekî mezin bigihe wê.
Em dixwazin berûvajî wê bikin. Xelkê Kurdistanê li şûna çavê wî li mûçe be û xwedî lê were kirin, bi xwe bibe bibe hilberîner û ne tenê bikarhêner be. Ev cure proje, dê wiha bike ku ne tenê ewê alîkariya xwe bikin, belkû dê alîkariya hemû xelkê Kurdistanê bikin. Kurdistan ewqas dewlemend e, ne tenê dikare asayişa xwareka xwe dabîn bike, belkû dikare bibe selika xwareka Iraq û navçeyê. Ji ber wê, min ev proje, bi projeyeke gelekî girîn bi nav kir. Destexwşiyê li kompanyaya Xoşnaw a cibicîkar dikim û destxweşiyê li Wezareta Çandiniyê dikim ku ev proje amade kirine.
Ez hêvîdar im ku em bikarin van cure proje ji bo bihêzkirina jêrxaneya aborî dirust bikin û berdewam bin. Her wek me berî niha soz dabû, karê sereke yê vê kabîneyê, bihêzkirina jêrxaneya aborîya Kurdistnê ye.
Ez dixwazim bi bîra we bînim. Min pêştir ji we hemûyan xwest ku xwe biparêzin û baldar bin, ji ber ku vîrûsa Korona zû û metisîdar belav dibe. Mixanin dibînin ku di vê demê de çendîn kesên ezîz me ji dest dane. Gelek kes jiyana wan di metirsiyê de ye. Teka ji we dikim, tiştê ji we dixwazin, ji bo parastina we ye. Xweparêziya we, ji bo selametiya we û malbatên we ye. Niha ji we daxwaz dikim ku em ber bi werzê Zivistan û sermayê diçin, dibe ku belavbûna vê nexweşiyê bileztir bibe, ji we daxwaz dikim, vê metirsiyê gelekî bi cidî werbigirin û xwe û kesûkarên xwe biparêzin, ji bo bi tendirustiyeke baş bikarin van cure projeyan dirust bikin û di avedankirina Kurdisatana me ya xweşewîst û bihêzkirina jêrxaneya aborî ya welatê me de berdewam bin.
Ez careka din spasiya we hemûyan dikim û hêviya serkeftinê ji bo kompanyaya cibicîkar û bi taybetî jî hêviya serkeftinê û jîyanek baştir ji hemû cotkarên xweşewîst ên Kurdistanê re dixwazim.