Li Serê Kaniyê di teqînekê de 6 kes hat kuştin û birîndarkirin
Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî bombeyek li bazara sebzeyan a Serê Kaniyê teqiyabû û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.