Li Serê Kaniyê di teqînekê de 4 kes hatin kuştin û birîndarkirin
Li Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî motorsîkleke bombekirî li gundê Elî Baciliye yê Serê Kaniyê teqiya û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn, yek ji wan zarok e.
Ev teqîne di demekê de ye, pêr jî bombeyek li bazara sebzeyan a Serê Kaniyê teqiyabû û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.