Saziyên zimanê Kurdî hewl didin pêşî li pişaftinê bigrin
Li bakurê Kurdistanê xebatên ji bo pêşîlêgirtina pişaftina Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî û nasîna Kurdî ya bi fermî, ji aliyê saziyên Kurdî ve berdewam dikin.
Diyarbekir (K24) - Li bakurê Kurdistanê xebatên ji bo pêşîlêgirtina pişaftina Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî û nasîna Kurdî ya bi fermî, ji aliyê saziyên Kurdî ve berdewam dikin. Hin sazî raporên hûrgilî li ser rewşa Kurdî amade dikin, hin ji wan jî helmetan li dar dixin da ku daneyên diyar bi dest bixin.
Ji ber pandemiyê, gelek çalakiyên civakî nikarin bên kirin, lê mikûrbûn û xebatên li ser Kurdî berdewam dikin.
Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) helmetekî online ji bo ku zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdehî daye destpêkirin û di çend rojên destpêkê de piştgiriyeke baş jî tê nişandan.
Rêvebirê HezKurdê Barîj Celalî anî ziman ku ji bo bersîva daxwaza ji bo perwerdehiya Kurdî wek dane bidest bixin, ev helmet dane destpêkirin û piştgiriyeke baş jî heye. Celalî daxwaz jî kir ku partiyên Kurd di serî de, divê hemû sazî û dezgeh beşdarî xebatên wiha bibin.
Barij Celalî ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Sazî, wezaret û siyasetmedarên dewleta Tirkiye, bidêjin ku: ‘gel daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî nake, em qursan vedikin kes nayê, em ders û beşên Kurdî ve dikin kes nayê.’ Me jî xwest wî zemînî biceribînin ka eleqeya gel çawa ye û me dît ku di çend rojan de bi hezaran kes tevlî helmetê dibin û ez bawer im ku dê berfirehtir bibe. Armanca me ew e ku di 21ê Sibata 2021an de, di 'roja zimanê zikmakî yê cîhanî' de em bi rêjeyeke zor bilind bidin zanîn ku gelê Kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe dike.”
Tora Çand û Zimanê Kurdî jî bi aliyên civakî yên cuda re komxebatan li dar dixin û daneyên ku bi dest dixin jî wek rapor amade dikin.
Endama Sekreteriya Tora Çand û Zimanê Kurdî Cevahîr Duzgun Sadak jî da zanîn ku wan 15 mêzên cuda dane ber xwe ku bi hemû aliyên civakî re li ser zimanê Kurdî danûstandinan bikin û heta niha jî 4 ji wan komxebatan, bi weşangeran re, saziyên zarokan, saziyên ziman û perwerdehiyê re û bi saziyên tenduristiyê re jî kirine.
Cevahîr Duzgun Sadak destnîşan kir: “Di hemû raporan de aşkere dibe ku, tenê bi daxwazan, bi dildarî û dilxwaziyê hewldanan xilaskirina zimanekî zehmet e. Em yên dilşewatên Kurdî hewl didin berxwe bidin, lê pêwistî bi raporan heye. Em jî niha di hewldana amadekirina raporan de ne. Di demeke nêz de jî raporên me diqedin. Plana me ew e ku em bi wan raporan û daneyên bidestxistî re biçin partiyan û hemû aliyan jî heta dawî daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran, fermîbûna zimanê Kurdî li Tirkiyeyê û perwerdehiya zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji siyasetmedar û rayedarên Tirkiyeyê jî tê pirsîn û her di rojevê de ye.