Zarokekî Êzidî li Enqerê radestî malbata wî hat kirin

Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê Hesen Cenabî ragihand; zarokekî Êzidî li Enqerê radestî malbat wî hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê Hesen Cenabî ragihand; zarokekî Êzidî li Enqerê radestî malbat wî hatiye kirin.

Ew zarokê Êzidî berî 7 salan, dayîka wî ji aliyê DAIŞê ve hatiye dîl girtin û bavê jî hatiye kuştin.

Zarok ji aliyê jineke Iraqî ve hatiye wergirtin ku wê demê temenê wî tenê yek salî bûye û heta niha li cem wê jina Iraqî mezin bûye.

Navê zarok Berzan Îbrahîm Xelef Emo El Ehmed e û radestî apê wî Emer Xelef El Ehmed hatiye kirin.

Balyozê Iraqê yê li Enqerê spasiya wê jinê kir ku heft sal in Berzan mezin kiriye û herwiha spasiya wan kesan kir ku di dîtina malbata rastîn a zarok de xebitîn.