Obama: Trump weke bertekek li hember hebûna zilamekî reş, gihişte Koşka Spî
Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand ku gihiştina Donald Trump bo Koşka Spî, ji ber ku kesekî reş serok bû, weke bertekek pêk hat.
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand ku gihiştina Donald Trump bo Koşka Spî, ji ber ku kesekî reş serok bû, weke bertekek pêk hat.
Di pirtûka "A Promised Land" de ku roja 17ê Mijdarê dê têkeve bazarê, Barack Obama jiyana siyasî û kesayetiya xwe eşkere dike û behsa gihiştina xwe ya Koşka Spî û bandoreke çawa li ser peywendiyên nijadî yên li Amerîkayê kir, dike.
Barack Obama diyar dike: “Hebûna min li Koşka Spî tirseke mezin û hesteke wisa bû ku sîstema sirûştî rawestiya. Donald Trump wisa têgihişt, dema dest bi propandayê kir, weke ku ez li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jidayîk nebûme, bi wateya ku ez serokekî neyasayî bûm.”
Obama dibêje: “Trump soza îksîrê bo nîgeraniya nijadî bi milyonan Amerîkî da, ewên ku ji hebûna zilamekî reş li Koşka Spî, bizdiyabûn.”
Çavkanî: Sky News