Birayê hunermend Beytocan li ser rewşa tendirustiya wî agahî da
Birayê hunermendê navdar Beytocan li ser rewşa tendirustiya wî agahiyên herî dawî da Kurdistan24ê.
Stockholm (K24) – Birayê hunermendê navdar Beytocan li ser rewşa tendirustiya wî ragihand: “Niha ji aliyê jiyana wî û tendirustiya wî ve, tiştekî xerab tine ye.”
Roja 6ê Cotmeha 2020an hunermendê navdar ê ji bakurê Kurdistanê Beytocan ji ber nexweşiya penceşêrê neştergerî lê hat kirin û niha li nexweşxaneyê ye.
Li ser rewşa tendirustiya Beytocan, birayê wî Adarcan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha rewşa Beytocan, em ne dikarin bibêjin baş e, ne jî dikarin bibêjin xirab e. Tumorek di bin zimanê wî de derketiye, kanser e, kansereke har e, nebaş e, zû belav dibe. Îja dixwazin bi radiyoterapî, wê tumorê di qirika wî de bidin sekinandin ji bo li hemû canê wî belav nebe. Em jî nizanin, ew jî nizanin, hîn pênc caran kemoterapî çêbûye û hîn 29 carên din jî çêbibe. Dibe ku 25 – 26 carên şûnde doxtor karibin bibêjin bersiva me de, baş e yan xerab e.”
Adarcan li ser nûçeyên derbarê Beytocan de ku li medyayê hatine belavkirin, diyar kir:“Mixabin li çend cihan, li ser rûpelan, an televîzyonan behs dikin ku rewşa wî xirab e. Min îro jî pê re xeber da, min got 'va ye wan tu kuştî û tu mirî' ew jî keniya û got 'ez zû bi zû namirim û baş im'. Em ê 18ê mehê, wî bînin malê, tedawiya wî hîn maye.”
Birayê hunermend Beytocan eşkere kir: “Niha ji aliyê jiyana wî û tendirustiya wî ve, tiştekî xerab tine ye.”
Adarcan li ser nûçeyên ku dihate îdiakirin "Beytocan koça dawî kiriye" nîgeraniya xwe anî ziman û got: “Em ji gotinên ne xweş aciz in, ji kerema xwe, ew kesê bixwaze derheqê wî de zanyariyan hîn bibe, dikare telefonî me bike, malbata wî bike, çi rastî hebe em ê bibêjin.”
Herwiha Adarcan eşkere dike; daxwaza Beytocan ew e ku dawiya jiyana xwe li Kurdistanê bijî û di nav gelê xwe de be û heta koça dawî bike, li Kurdistanê bimîne.