Xelkê Rojava: Bi hêvî ne Joe Biden aramî û aştiyê bîne
Kurdên rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku serdema serokatiya Joe Biden baş be û aramiyê bi xwe re bîne.
Qamişlo (K24) – Kurdên rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku serdema serokatiya Joe Biden baş be û aramiyê bi xwe re bîne. Hin siyasetmedar jî dibînin ku siyaseta Amerîka ya derve nayê guhertin.
Her 4 salan kurd hêviyên xwe bi serokekî Amerîkayê re divejînin. 4 salên buhûrî gelek êş, koçberî û dagirkerî bi xwe re anîn. VekIşandina hêzên Amerîkî rê da Tirkiyê ku deverên kurdî dagir bike, ev yek hişt ku xelk di metirsiyê de bijîn û dever jî aramiya xwe ji dest bide. Xelkê rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku serdema Joe Biden serdema aramî û aştiyê be.
Di salên buhûrî de Amerîkî bi nebûna stratejiyeke wê ya diyar li Sûriyê dihat nas kirin. Tenê piştgiriya şerê li dijî terorê dikir û dever ji aliyê siyasî ve piştguh dikir.
Siyasetmedarên kurd dibînin ku di siyaseta derve ya Amerîka de ti guhartin nayê kirin û Joe Biden gotiye ku di siyaseta derve de, ti cudahî di navber wî û siyaseta Donald Trump re nîn in.