Li Zanîngeha Selahedîn beşa firokevaniyê hat vekirin
Cara yekem li ser asta zanîngehên Herêma Kurdistanê, îro beşa firokevaniyê li fakulteya endezyariyê ya Zanîngeha Selahedîn hat vekirin.

Hewlêr (K24) – Cara yekem li ser asta zanîngehên Herêma Kurdistanê, îro beşa firokevaniyê li fakulteya endezyariyê ya Zanîngeha Selahedîn hat vekirin.
Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ragihand ku îro sêşemê 17ê Mijdara 2020an di merasîmekê de bi amadebûna Nûnerê Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Mihemed Husên û Serokê Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Cewher Fetah û hejmarek berpirsên din, beşa firokevaniyê hat vekirin.
Prof. Dr. Cewher Fetah di merasîma vekirinê de ragihand: “Kompaniya Huawei ku yek ji kompaniyên mezin ên cîhanê ye, fikra vekirina vê navendê da û ji sala derbasbûyî ve çendîn pêşbirk encam dan.”
Serokê Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Cewher Fetah herwiha eşkere kir: “Ji bo perwerdeya îsal a beşa firokevaniyê, em ê hejmarek xwendekar werbigrin.”