Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Îbrahîm Bayiz
Rêveberê berê yê Peymangehên Wezareta Perwerde Îbrahîm Bayiz koça dawî kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Rêveberê berê yê Peymangehên Wezareta Perwerde Îbrahîm Bayiz peyameke sersaxiyê belav kir û sersaxî da malbata wî.
Rêveberê berê yê Peymangehên Wezareta Perwerde Îbrahîm Bayiz ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Birêz Kak Dr. Ersalan Bayiz;
Bi xemgînî ve, min agahiya koça dawî ya birayê cenabê we Hacî Îbrahîm Bayiz bihîst. Ez taziye û serxweşî li we dikim. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bibexşîne malbata we.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê