Azad Akgul: Kurdên Bakur ji kiryarên PKK yên li dijî serweriya Herêma Kurdistanê nerazî ne!

Azad Akgul derheqê kiryarên PKK de li ser Kurdistan24 TV bersiva pirsên Cemal Batun da.

Hewlêr (K24) - Li gel şandeke ji bakurê Kurdistanê li parlamentoya Kurdistanê daxûyaniyek dan û kiryarên PKK yên li dijî Herêma Kurdistan û Pêşmergeyan rexne kirin.
Şirovekarê siyasî Azad Akgul jî di nav şanda bakurê Kurdistanê de bû.

Akgul derheqê kiryarên PKK de li ser Kurdistan24 TV bersiva pirsên Cemal Batun da.

Akgul dibêje, "Ji bo raya giştî me dixwest em vê peyamê bidin; ev 200 sal in dagirker çar parçeyên Kurdistanê dagirkirine. Piştî 1991ê cara yekem e statûyek ji bo kurd û Kurdistanê çêbûye. Bingehek ji kurdan re çêbû. Gerek em vê bingehê wek ronahiya çavên xwe biparêzin. Ji ber wê divê her rêxisitneke Kurdistanê gerek îhtîmamê nîşan bide. Ji bo parastina vê derê gerek bi dil û can, bi dilsozî xizmetekê ji vê derê re bike. Çimkî statûteke wiha navdewletî yekem car e ji bo kurdan çêbûye. Ev avahî ronahiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Lewma divê ev er were parastin, êrişên ser vê derê em bi tûndî şermezar dikin. Ne tiştekî Kurdistanî ye, ne tiştekî baş e, ne tiştekî kurdewarî ye. Me xwest em vê peyamê bidin û em hatin îro hatin û li parlamentoya paytexta Herêma Kurdistanê me ev peyam da."

Derheqê bertekên kurdên Bakûr de got, "Despêkê 196 kesan îmze kir. Piştre roj bi roj ev hejmar zêde bû. Ji ber ku hesasiyetek li Bakurê kurdistanê heye. Ev hesasiyeta dewletbûnê ye. Divê em vê derê biparêzin, roj bi roj peyam jî zêde dibin."

Hemû axaftina Azad Akgul di vê videoyê de temaş bikin: