Muslim Mihemed: Ji ber hilbijartinên Amerîka denûstandinên kurdên Rojava rawestiyan e

Mûslim Mihemed li ser ekrana Kurdistan24'ê bersiva pirsên Cemal Batûn da û behsa rewşa siyasî, aborî û civakî ya Kobaniyê û rojavayê Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriye (PDK-S) Mûslim Mihammed derheqê êrişên li ser rojavayê Kurdistanê, têkiliyên ENKS û PYNK de zanyariyên giring dan.

Mûslim Mihemed li ser ekrana Kurdistan24'ê bersiva pirsên Cemal Batûn da û behsa rewşa siyasî, aborî û civakî ya Kobaniyê û rojavayê Kurdistanê kir.

Di aftina xwe de got, "Danûstandinên di navbera aliyên kurd de rawestiyane, dê berdewam bikin. Ji ber hilbijartinên Amerîka aliyê Amerîkî ne hazir e beşdar bibe, lewam heya amade dibin danûstandin rawestiyane."

Derheqê Kobaniyê de jî wiha got:

"Rewşa Kobaniyê bi giştî normal e. Jiyan li vir bi rêve diçe lê ji aliyê tendûristiyê ve rewieke gelek bi êş ser kobanî re derbas dibe. Roja 5-7 mirovan canê xwe ji dest da ji ber vîrûsa koronayê. Sedem ew bû kû xelk zêde pabend nedibû. Beşdarî taziye û dawetan dibûn. Lewma mixabin rewşa Kobanî gihişt asteke pir zor û zehmet. Lê aniha di vê demê de ji berê baştir e."

Ji aliyê aborî ve rewşa Kobaniyê pirtir bi deriyên sînorî ve girêdayî ye. Deriyê Sêmalka (Pêşxabûr), Deriyê Tayha yê li aliyê Minbicê, deriyê li aliyê Tebqayê. Ev nefes sin, derî ne. Ji bo aboriya Kobaniyê. Ewlekarî normal e lê metirsî heye. Van deman de çi êriş li ser Kobanî nînin."

Derheqê vekirina ofîsa PDK-Sûriye li Kobanî de jî got, "Jixwe ofîsa ENKS heye. Amadehiya me PDK-S jî heye ku em ofîsa xwe vekin. Niha nefesek ba heye ji bo xebatên siyasî. Pêşwaziya xelkê jî baş e. PDK-S û ENKS her yek ji wan rengeke di kolana siyasî de. Heger her rengek li meydanê hebe, jiyan jixwe li ser rengan tê avakirin. Tek reng zerer e."

Hemû axaftina berpirsê PDK-S, Mûslim Mihemed ji vir temaşe bikin: