Alîkarî li ser 49 hezar malbatên Hewlêrê tê belavkirin
Alîkariya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her malbateke hejar ku 100 hezar Dînar e, îro li parêzgeha Hewlêrê dest pê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkariya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her malbateke hejar ku 100 hezar Dînar e, îro li parêzgeha Hewlêrê dest pê kir.
Rêveberê giştî yê Rêveberiya Çavdêrî û Pêşvebirina Civakê ya Hewlêrê Yûsif Çawşîn ji K24 re got: “Alîkarî ji bo her malbatekê 100 hezar Dînar e. li sînorê parêzgeha Hewlêrê 49 hezar malbat jê sûdê dibînin. Ev alîkarî di çarçoveya alîkariya giştî ya li Herêmê de ye ku li ser 140 hezar malbatan li Herêma Kurdistanê tê belavkirin.”
Ji bo ku qerebalixî li bankan çênebe, alîkarî li 24 bankan tê belavkirin û rojane hin malbat bi kurtenameyan têne agahdarkirin.
Yûsif Çawşîn dibêje: “Li şûna serdana bankan, divê rênimayên tenduristiyê li ber çav bê girtin û ew kesê pereyan werbigire divê navê wî tomarkirî be û nasnameya fermî pê re be.”
Ev alîkariya hikûmetê bi malbatên ku dahata wan a mehane kêmtirî 400 hezar Dînarî re ye. Di nav wan de: Zarokên bê serperişt, jinebî, astengdar, bêkar, karker û karêcî yan ew malbatên ku xwediyê malbatê bi her sedemê di girtîgehê de be.
Di heyama sala 2020'an de, ev sêyemîn alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo malbatên hejar û kêmderamet re ye.