Li rojavayê Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 5 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 100 pêketî jî hatin tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 5 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 100 pêketî jî hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên borî de 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Haletên mirinê, 2 kes li Hesekê, 2 kes li Şehbayê û 1 kes li kampa Holê ne.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 100 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wan, 22 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 3 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 1 kes li Rimêlanê, 3 kes li Kobanî, 12 kes li Tebqayê, 5 kes li Minbicê û 15 kes li Reqayê ne û 14 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 23 kes ji wî vîrûsê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6691 kesan, ji wan 980 kes baş bûne û 183 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand. Qedexe ji roja 26ê vê mehê ve dikeve warê bicihkirinê.