Hêzên Iraqê nahêlin cotkarên kurd ên Kerkûkê zeviyên xwe bajon
Bi biryara Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê Seid Herbiye, rê nayê dayîn ku cotyarên kurd zeviyên xwe bajon.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê Seid Herbiye, rê nayê dayîn ku cotyarên kurd zeviyên xwe bajon.
Nûnerê Cotyarên Nahiya Sergeranê ya Kerkûkê Mihemed Emîn ji K24ê re ragihand: "Îro artêşa Iraqê li gundên Sergeranê, cotkarên kurd hişyar kirine ku zevîyên xwe nejon."
Nûnerê Cotyarên Sergeranê got: "Armanc ji wê biryarê erebkirina wê deverê û gihandina ziyanê bi cotkarên kurd ên li ser navçeyê ye"
Diyar kir jî: "Em hewl didin rêgiriyê li wê biryarê bikin. Lê ev mijar pêwîstiya wê bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî ya kurd heye. Em ji wan dixwaza piştgiriya ji wan dikin, ji bo em li hember plana erebkirinê ya li sînorê me rawestin û wê plane pûç bikin."
Erebên hawirde bi piştevaniya parêzgarê Kerkûkê yê sepandî, fişarê li cotkarên kurd dikin ên gundên nahiya Sergeranê dikin. Berî demekê jî Rêveberê Çandniyê ya Kerkûkê yê bi wekalet, daxwaz ji Rêveberiya Çandiniyê ya Sergeran û Rêveberiya Bajarê Sergeran kiribû, zeviyên gundê Pelkanê bipîvin, da ku dagîr bikin, lê cotkarên kurd belgenameyên xwe amade kirin û nehîştin ereb derbasî gund bibin.
Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin.
Ji koma 42 gundên nahiya Sergeranê, metirsiya erebkirinê li ser 40 gundan heye. Cotkarên Kurd jî dibêjin, heger rê ji bo erebkirina wê hat dayîn, dê proseya erebkirinê berdewam bibe û gundên din jî dê bêne dagîrkirin.