Ji ber teqîna mayînekê, welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Welatiyekî li gundê Nawende yê ser bi navçeya Çoman, piştî ku vê sibê bi tena serê xwe çûye ser çiya, mayînek teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye.
Hewlêr (K24) – Welatiyekî ji gundê Nawende yê ser bi navçeya Çoman, piştî ku vê sibê bi tena serê xwe çûye ser çiya, mayînek teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye.
Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan ji Kurdistan24ê re ragihand; welatiyê bi navê Nesrullah Resûl yê ji gundê Nawende yê ser bi navçeya Çomanê, piştî windabûnê, li çiyayê Helgurt li ber mayînekê ketiye û jiyana xwe ji dest daye û termê wî hatiye dîtin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Nesrullah Resûl bavê 3 zarokan e û vê sibê bi tena serê xwe çûye ser çiyayê Helgurd û li wê derê mayînek bi wî de teqiyaye.
Niha xizmên Nesrullah Resûl û welatiyên gundê wî, bi anîna termê wî ve mijûl in.