Dosya ewlehiya Kerkûkê radestî hêzeke polîsan dibe

Hêzên Lîwaya 61 a ser bi serokwezar ve ya ku piştî bûyera 16ê Cotmehê ve dosyaya asayişa Kerkûkê ji wan re hatiye dayîn, diçin derveyî bajêr û wê dosyayê radestî polîsên Kerkûkê dikin. Biryar e jî hêzeke taybet a Polîsa Kerkûkê ji sedî 32 ji her neteweyekê were avakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Lîwaya 61 a ser bi serokwezîr ve ya ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve dosyaya ewlehiya Kerkûkê ji wan re hatiye dayîn, diçin derveyî bajêr û wê dosyayê radestî polîsên Kerkûkê dikin. Biryar e jî hêzeke taybet a Polîsa Kerkûkê ji sedî 32 ji her neteweyekê were avakirin.

Welatiyên kurd ji ber ezmûna wan a tehl bi wê hêzan re, bi mercekê pêşwazî li vê pêngavê dikin. Ew jî rola kurd a ji piştî 16ê Cotmehê ji wan standin ji wan re vegere.

Welatiyekî Kerkûkî ji K24'ê re axivî û got: "Hêzên ku di bûyerên 16ê Cotmehê de beşdar bûne, heger ji Kerkûkê derkevin, xelkê kerkûkê dê rehet bibin. Wan bi çavê dijmin li me dinêrin. Çareseriya herî baş ew e, asayişa kurd vegere vî bajarî. Heta ku asayişa kurd venegere, kurd dê rehet nemînin û tê de serbilind nabin."

Welatiyekî din dibêje: "Her carê artêş tê, xelk hest bi nebaşiyê dike. Ji ber ku li Kerkûkê gelek kurd hene, divê kurd di nava wê hêza bê damezrandin de zêdetir be, lê dikarin? Nikarin. Ji ber ku kurd li Kerkûkê ne xwedî desthilat e."

Piştî vekişîna Lîwaya 61 a serokwezîr ji bajêr, dê hêzeke ji 500 kesî ya Polîsa Kerkûkê were pêkanîn û dê erkê wê wek yên hêzên din ên polîs be, ku dê ewlehiya Kerkûkê biparêzin.

Hêza taybet dê bi rêjeya ji sedî 32 ji her pêkhateyekê bê. Lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bilî têbîniya wê li ser rêjeya kurdan di wê hêzê de heye, tirseke wê ya din jî heye.

Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya YNKê Elî Qelayî dibêje: "Ev hêz dê vekişin û ji bajêr derkevin û li bajêr namînin, lê me tirseke din li ser vê mijarê heye. Eger hêzekî mîna Lîwaya 61 vekişe, dibe ku hin hêzên mîlîşyayan derfetên bibînin û zor û hejmûna xwe li bajêr bisepînin, bi taybetî jî Heşdî Şeibî ku dixwaze rola wê ya zêdetir hebe."

Berpirsê YNKê yê Kerkûkê got: "Divê bi baldarî bi mijarê re serederiyê bikin. Divê asayîkirina rewşa Kerkûkê û herêmên cihê nakokiyê ne, bi hişyarî serederî pê re were kirin. Pêwîstî bi rêkeftineke siyasî heye ku hem Netewên Yekgirtî û hem jî pêkhateyên siyasî yên Kerkûkê li ser rewşa ewlehî, siyasî û îdarî ya Kerkûkê li hev bikin.”

Beriya niha pêkhateyên Kerkûkê bi navbênkariya Neteweyên Yekgirtî li ser dosyên ewlekarî, rêveberî û siyaset li hev kiribû, lê ji ber xwepêşandanên Cotmeha sala borî yên li Iraqê û destkişandina serokwezîrê wê demê Adil Abdulmehdî, heta niha ew rêkeftin bi cih nehatiye.