Li Efrînê teqîneke tund: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî bazarekê, wesayîteke bombekirî teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî bazarekê, wesayîteke bombekirî teqiya.

Li gor agahiyên Kurdistan24ê, di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Qurbaniyên di encama teqînê de, sivîl in û ji ber rewşa giran a birîndaran, tê çaverêkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve heta niha, li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî di encama wan teqînan de dibin qurbanî.

Îro li bajarê Babê yê bakurê Helebê jî teqînek qewimîbû û di wê teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 19 kes brîndar bûbûn.