Bi serperiştiya Mesrûr Barzanî girêbesta dîjîltalkirina xizmetkariyan tê îmzekirin

Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro merasîma îmzkirina girêbesta di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de birêve diçe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro merasîma îmzkirina girêbesta di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de birêve diçe.

Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro demjimêr 09:30 li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbestekê di navbera Wezareta Navxwe û Grûpa Muhlbauer a Almanî birêve diçe. Ew girêbest di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de ye, bi taybet tomarkirina otombîl, moleta ajotinê û çend xizmetkariyên din.

Îmzakirina vê girêbestê, beşeke girîng e ji hewlên berdewam yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çaksazî û nûjenkirina xizmetkariyên hikûmetê li seranserî Herêma Kurdistanê.