Encûmena Wezîran derbarê dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê de dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr û amadebûna Cîgirê Serokwezîr ji gotûbêjkirina du pirsan dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr û amadebûna Cîgirê Serokwezîr ji gotûbêjkirina du pirsan dicive.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medyayî û Zanyariyan, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî ji bo gotûbêjkirina van du pirsan dibe:

  • Dahat, xercî û pêşhatên dawî yên danûstendinên bi Hikûmeta Federal re di warê destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê de.
  • Reşnivîsa (diyarkirina maf û îmtiyazên şehîd û enfalkiriyan).

Pirsa danûstandinên li gel Hikûmeta Federal di demekê de ye, Parlamena Iraqê roja 12.11.2020an bê perensîpa lihevkirinê û berçavgirtina dilgiraniyên gelê kurd, deng li ser projeyasaya qerz da û daxwaz û nerazîbûna perlemanterên kurd li ber çav neger, ji ber wê tevahiya perlemanterên Kurdistanê ji civînê derketin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştre di daxuyaniyekê de ragihand: “Di dema em berevaniya li mafê gelê Kurdistanê dikin, di heman demê de jî, hemû hewlên xwe didin ji bo ew stem li gelê Kurdistanê neyê kirin.”