Hêzên Rûsî – Tirkî gereke çavdêriyê li Kobaniyê dikin
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê dikin.
Peyamnêrê K24ê li Kabaniyê da zanîn, Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kir. Di gerê de ji her aliyekî 4 otombîlên leşkerî û zirîpoş beşdar in.
Diyar kir, gera hevbeş ji gundê Xarîb dest pê kir û dê di hejmarek gundê li nêzîkî sînor in re derbas bibe.
Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî de tên kirin.
Tenê di vê mehê de jî, ev cara çarem e hêzên Rûsî û Tirkiyê gerên çavdêriyê yên hevbeş dikin.