Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 379 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 379 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 379 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 123 kes li Hewlêrê, 90 kes li Silêmaniyê, 143 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 17 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce  û 3 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 392 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 95235

Mirin: 3078

Başbûn: 59032

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta taybet a ji bo Covid-19ê ye.