Li Kerkûkê dest bi ser depoyeke madeyên hişber de hat girtin
Hêzên ewlehiyê dest bi ser 14 milyon û 600 hezar hebên qedexekirî de girtin.
Hewlêr (K24) – Beşa Madeyên Hişber a ser bi Rêveberiya Madeyên Hişber û Bandorên Wê li ser Hişê Mirovan a li Kerkûkê ragihand; li depoyekê dest bi ser 14 milyon û 600 hezar hebên qedexekirî de hate girtin.
Polîsê Beşa Madeyên Hişber ê Kerkûkê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku li bakurê Kerkûkê, dest bi ser 14 milyon û 600 hezar hebên qedexekirî yên hişber de hate girtin.
Herwiha eşkere kir ku hêzên welehiyê bi awayekî berdewam li bikarhêner û bazirganên madeyên hişber digerin û wan desteser dikin.