Kenan Berekat: Em bi rêya Kurdistan24ê spasiya gelê xwe dikin
Hevserokê Desteya Navxweyî ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku welatiyên rojavayê Kurdistanê pabendî qedexeya giştî bûne û got: “Em bi rêya Kurdistan24ê, spasiya gelê xwe dikin."
Hewlêr (K24) – Hevserokê Desteya Navxweyî ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Kenan Berekat ragihand; welatiyên rojavayê Kurdistanê pabendî qedexeya giştî bûne, ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) hatiye ragihandin û got: “Em bi rêya Kurdistan24ê, spasiya gelê xwe dikin, bi taybetî gelê Qamişlo û gelê Hesekê.”
Kenan Berekat, Hevserokê Desteya Navxweyî ya Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Girkê Legê beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser biryara qedexeya giştî ya li çar bajarên rojavayê Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Li çar bajarên rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî hatiye ragihandin, lê rexne li vê qedexeyê tê girtin, ku bandoreke xerab li rewşa aboriyê dike, Kenan Berekat li ser vê mijarê diyar kir: “Jixwe weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser raporên ku ji aliyê tendirustiyê ve, taybet kesayetên ku nexweş ketine, nexweşiya vîrûsa koronayê û yên ku jiyana xwe ji dest dane jî, birastî hejmarek çêbûye, li ser vê meseleyê biryar derket. Niha biryar bi taybet jî, jixwe ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aliyekî xwe yê beşeke wê heye em dibêjin, lê qedexeya giştî li çar bajaran weke bajarên Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê, li van her çar bajaran qedexekirina giştî çêbû.”
Li ser sedemên ragihandina qedexeya giştî, Kenan Berekat destnîşan kir: “Piştî şopandinên ku hatin kirin, ev nexweşî bû xetereyek li ser hemwelatiyan. Di aliyê xwe yê berpirsyariyê de, wek aliyê xwe yê mirovî, wek aliyê xwe yê tendirustiyê, peywireke sereke bû ku Rêveberiya Xweser vê biryarê derxe. Niha bêguman rewşa aborî, ne tenê li aliyê herêmên Rêveberiya Xweser, li hemû cîhanê rewş aloz e. Aboriya gelek herêman li dinyayê, ketiye krîzê. Dewletên çiqas pêşketî, çiqas derfetên wan ên aborî hene. Em weke Rêveberiya Xweser di salên derbasbûyî de bi wan derfetên xwe yên ji aliyê zatî ve, me pêşkêş kir, me da gelê xwe. Li gor derfetên me, em bi rastî jî em dikarin bibêjin ku heta astekê gelek baş e.”
Kenan Berekat destnîşan kir: “Niha Rêveberiya Xweser, rêveberiya vê giştî ji bajarê Qamişlo heta bajarê Hesekê jî, hawirdorê bajar di bin siya hêzên ewlehiyê de ye, weke hêzên ewlehiya hundir asayîş di destê wan de ye, kontrolkirina wê jî ji bo çûnûhatinê, ji bo girtina dikanan, çi karekî were kirin, ji bo dibistanan be, çi kar be, bi çi mijarê ve girêdayî be, ez bawer im li gor rewşa ku em dişopînin, pir baş e.”
Berekat eşkere kir: “Berî em derbasî bernameyê bibin, em li aliyê Qamişlo bûn, me ev rewş şopand. Em dikarin bibêjin, gelê me birastî jî ev biryar, ev karê ku ji bo çûnûhatinê ser xwe pêk anî. Her kes li mala xwe ye, her kes dikana xwe girtiye, dixtor, tacir her kes di seknekê de ye, ev tişt daye meşandin, ji ber ku dîtiye di berjewendiya wan de ye. Ev tiştekî gelek baş e. Em jî bi rêya Kurdistan24ê, em spasiya gelê xwe dikin, bi taybetî gelê Qamişlo, gelê Hesekê.”
Kenan Berekat bal kişande ser wê yekê ku Rêveberiya Xweser berî çend rojan li bajarê Dêrikê qedexeya giştî ragihandibû, ku 14 roj qedexe li bajarê Dêrikê pêk hat, di heft rojên destpêkê de, hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê û kesên ku jiyana xwe ji dest dan, gelek kêm bûbû.