Malbata Berfînê daxwaza çarenivîsa keça xwe ya 12 salî dike
Berfîn Elomerî zarokek 12 salî ye û beriya 10 rojan dev ji malbat û mala xwe berdaye û tevlî tevger û saziyek serbazî bûye.
Hewlêr (K24) - Berfîn Elomerî zarokek 12 salî ye û beriya 10 rojan dev ji malbat û mala xwe berdaye û tevlî tevger û saziyek serbazî bûye bêyî ku malbata wê cihê wê bizane.
Malbata Berfîn ku li bajarê Amûdê dimîne dibêje ku wan gelek hewil dane ku bigihîjin keça xwe û cihê wê nas bikin, lê heta niha cihê Berfîn ne diyar e.
Dayîka Berfîn ji aliyê xwe bang Rêveberiya Xweser dike ku keça wê vegerînin û dibêje temenê keça min biçûk e û cihê wê dibistan e.
Rêveberiya Xweser û HSDê roja 29ê Tîrmeha 2020an di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, wan mîkanîzmek danîye, ji bo welatî, malbat û alî û rêxistinên mirovî bikarin giliyê li dijî her proseya biçekkirina zarokan ji aliyê HSDê û hêzên di nava wê de bikin. Li gor wê yekê jî, “Nivîsgeha Parastina Zarokan di Dema Şer de” hat avakirin.
Hevserokên Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn û Husên El Elî li bajarê Qamişlo derbarê pirsa biçekkirina zarokan de konferanseke rojnamevanî lidar xistibûn û hin agahî dabûn raya giştî.
Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn di konferansê de ragihandibû, ji dema vekirina nivîsgeha wan ve û heta niha nêzîkî 50 gilîname ji aliyê welatiyan ve li ser biçekkirina zarokan gihîştine nivîsgeha wan. Ji wê hejmarê,16 gilîname ji welatiyên bajarê Qamişlo ne.
Herwiha diyar kiribû, ji wê hejmara giliyan, heta niha 10 zarokên hatibûn biçekkirin, ji bo malên wan hatine vegerandin, ji wan jî 4 zarok li Qamişlo ne.
Roja 19 Tîrmeha sala 2019an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Netewên Yekgirtî re li ser prtokolekê derbarê bidawîkirina tevlîkirina zarokên di bin temenê 18 saliyê re îmze kiribû. Lê tevî wê jî malbatên zarokan gazinan dikin û dibêjin ku biçekkirina zarokan li rojavayê Kurdistanê bi dawî neb