Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 403 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 403 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 403 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 105 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 20 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 144 kes li Duhokê û 6 kes li Helebceyê ne.
Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 3 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 209 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 128 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 41 kes li Germiyanê, 2 kes li Duhokê û 11 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 95638
Mirin: 3104
Başbûn: 59241
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.