Li rojavayê Kurdistanê 2 kesên di bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 120 pêketî jî hatin tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 120 pêketî jî hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, di 24 demjimêrên borî de 2 kesan li herêma Şehbayê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 120 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wan, 12 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 21 kes li Kobanî, 26 li Tebqa, 13 li Reqa, 13 li Dêrazorê, 4 li Minbicê û 17 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 14 kes ji wê vîrûsê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6945 kesan, ji wan 1019 kes baş bûne û 189 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.