Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 259 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 259 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 259 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 39 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 139 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê, ne.

Herwiha ragihand; 14 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 385 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 95897

Mirin: 3118

Başbûn: 59626

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.