Mesrûr Barzanî daxwazekê ji welatiyan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, hîna vîrûsa Koronayê (Covid-19) metirsî ye û divê em hişyar bimînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, hîna vîrûsa Koronayê (Covid-19) metirsî ye û divê em hişyar bimînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tekez kir, divê her kes pabendî bikaranîna maskê bibin û rênima û rêkarên fermî bişopînin.

Herwiha tekez kir jî, “Bi tenê bi hev re em ê karibin hejmara pêketiyên nû kêm bikin.”