Geştên çend welatan bo Hewlêrê dest pê dikin

Geştên çend welatan bo Herêma Kurdistanê dest pê kirine, ku ji ber vîrûsa koronayê sekinîbûn.

Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Geştên çend welatan bo Herêma Kurdistanê dest pê kirine, ku ji ber vîrûsa koronayê sekinîbûn, di nav wan de jî Almanya. Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê eşkere kir; di nava hefteyekê de sê geşt bo Almanyayê hene û ji 19ê vê mehê ve jî, kompaniyeke din dest bi geştên xwe dike.

Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî demeke rawestana geştan, yekem geşt ji Hewlêrê bo Dusseldorfê hat encamdan. Li gor bernameya vê mehê, heta serê salê, heftane sê geşt ji Hewlêrê bo Almanyayê hene.”

Geştên balafirgehê û pêşwazîkirina li geştyaran, rênimayî û rêkarên tendirustî ji bo wan hatine diyarkirin, ji bilî ku hemû geştyar eger testa wan a vîrûsa koronayê li cem wan tine be, li balafirgehê testa vîrûsa koronayê li wan tê kirin.

Rêveberê Tendirustiya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Dr. Hest Kerîm diyar dike ku niha beşek ji rêkaran hatine hêsankirin û karantîna nemaye, lê derbarê pişkinîna geştyaran de biryareke nû hatiye dayîn.

Dr. Hest Kerîm ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha rasterast geştyar bi kompaniya firokevaniyê dikeve têkiliyê, dema bilêt dibire, dikare jê bipirse ku testa koronayê dixwaze an na, weke nimûne; welatekî weke Tirkiyê, test naxwaze.”

Fly Erbil Advertisment