Ji ber mijê hemû geştên Diyarbekirê hatin betalkirin
Li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna mijê, mesafeya dîtinê bi roj dadikeve heta 20 metreyî, bi şev jî heta 5 metreyî.

Diyarbekir (K24) - Li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna mijê, mesafeya dîtinê bi roj dadikeve heta 20 metreyî, bi şev jî heta 5 metreyî.
Di 17ê Kanûnê de 4 seferên ji Diyarbekirê û 3 seferên ber bi Diyarbekirê ve yên balafiran hatibû betal kirin.
Îro 18ê Kanûnê jî heta demeke ne diyar hemû seferên ji Diyarbekirê û ber bi Diyarbekirê ve hatin betal kirin.
Li gel betalbûna geştên balafiran, li nav bajêr jî, ji bo ajotkaran hişyarî tên dayîn ku agahdar û bi tevdîr tev bigerin.
Dîsa hêjayî gotinê ye ku welatî jî gelek dîmen û wêneyên balkêş yên mijê û yên ku bi mijê re dikşînin li ser medya civakî parve dikin.