Li Kerkûkê desteyek daxwaz dike ku Kerkûk bibe herêm!

Li hember wê, çendîn kesayet û rojnamevanên Kerkûkê jî diyar dikin; berî ku behsa vê yekê bikin, divê madeya 140 were cîbicîkirin.

Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê, ku piştî 16ê Cotmehê ala Iraqê xistine destê wî
Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê, ku piştî 16ê Cotmehê ala Iraqê xistine destê wî

Hewlêr (K24) – Li Kerkûkê desteyek daxwaz dike ku Kerkûk bibe herêm, li hember wê, çendîn kesayet û rojnamevanên Kerkûkê jî diyar dikin; berî ku behsa vê yekê bikin, divê madeya 140 were cîbicîkirin.

Kerkûka ku bi petrolê dewlemend e, piştî 16ê Cotmeha 2017an rewşeke serbazî bi ser wê de hat, xelkê wê deverê daxwaza reform, aramî û asayîşê dikin, beşek ji rewşenbîrên wî bajarî îro daxwaz kirin ku berî her tiştî "divê madeya 140 were cîbicîkirin".

Madeya 140 a destûra Iraqê, sê birge tê de hene; asayîkirin, serjimêrî û rapirsî. Asayîkirin; ango vegerandina hemû navçe û nahiyeyên veqetandî bo ser parêzgeha Kerkûkê. Piştre serjimêriya hemûyan, dûre jî divê rapirsî were kirin li ser wê yekê ku "Kerkûk biçe ser Herêma Kurdistanê yan Hikûmeta Federalî?".

Desteya serbixwe ya herêmkirina Kerkûkê, îro li bajarê Kerkûkê damezrandina xwe ragihand, ku ji hejmarek çalakvan û mamosteyan pêk tê. Deste di civîneke çapemeniyê de ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxwaz kir; “rêkarên yasayî û rênimayên peyrewkirî bigrin ber xwe, da ku di demeke guncaw de ji bo herêmkirina Kerkûkê rapirsî were kirin”.

Li hember daxwaza vê desteyê, desteyeke din ku ji çendîn çalakvan û rojnamevan û kesayetan pêk hatiye, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Yek ji wan kesayetan Raber Şêx Silêman di civîna çapemeniyê de diyar kir: “Niha divê hemû welatiyên Kerkûkê, bêyî ciyawazî Tirkmen, Ereb û Kurd em dest pê bikin û li ser madeya 140 bixebitin.”

Raber Şêx Silêman herwiha destnîşan kir: “Çend zarokên Kerkûkê jê hatine veqetandin; Kelar, Xaneqîn, Zebariye, Mendelî, Dûzxurmatû û Çemçemal (divê destpêkê) ew hemû vegerin ser Kerkûkê.”

Xelkê Kerkûkê jî gilî û gazinan dikin ku "hemû hikûmetên li pey hev, ji sala 1921ê heta niha, tenê ji Kerkûkê xwarine". Raber Şêx Silêman diyar kir: “Niha nîvê hukmekê li Kerkûkê heye ku nîvê parêzgeh e û nikare arîşeyên xelkê çareser bike. Di heman demê de xelkê Kerkûkê û partiyên siyasî desthilata wan tine; eger kesek naskirî û eşîrger û yê xwe nebe,nikare li Kerkûkê tiştekî bike.”

Fly Erbil Advertisment