Berdevka HDPê: Divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn
Berdevka HDPê Ebru Gunay eşkere kir ku ji bo 40 milyon Kurd dersa bijarte têrê nake û divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn.
Enqere (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li hikûmeta Tirkiyê dike ku ew biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cîbicih bikin û Selahattin Demîrtaş berdin. Berdevka HDPê Ebru Gunay eşkere kir ku ji bo 40 milyon Kurd dersa bijarte têrê nake û divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn.
Li ser pirsa peyamnêrê K24ê li Enqereyê, Berdevka HDPê Ebru Gunay got, ew ji bo bicihkirina biryara Demîrtaş komîsyonekê taybet ji hiqûqnas û berpirsên HDPê ava kirine û ew ê him ji aliyê hiqûqî ve û him jî ji aliyê siyasî ve hin xebatan pêk bînin. Herwiha Gunay, li ser dersa bijarte ya Kurdî jî axivî û got, ji bo 40 milyon Kurd dersa bijarte têrê nake divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn.
Berdevka HDPê Ebru Gunay li Enqereyê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna rojnamegeriyê li dar xist û li ser rojevê nêrîna partiya xwe anî zimên.
Li ser pirsa K24ê, berdevka HDPê Gunay destnîşan kir ku ew ji bo bicihkirina biryara DMME ya ji bo azadkirina Selahattin Demîrtaş komîsyonekê ava kirine û ew ê him ji aliyê hiqûqî ve û him jî ji aliyê siyasî ve ji bo ku Tirkiye biryarê cîbicih bike xebatên xwe bidomîne.
Ebru Gunay diyar kir: “Komîsyona me hîn jî xebatên xwe didomîne. Em ê hem bi aweyekî hiqûqî têkoşîna xwe bimeşînin hem jî bi çalakiyên xwe em ê xebatên xwe bimeşînin. Em êdî dizanin ku nenaskirina biryara DMMEyê derbeya li hemberî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Di biryarê de derbeyên AKPê li hemberî muxalefetê, li hemberî partiya me û siyasetmedarên me bi rêbazeke çawa hatiye pêkanîn dide nîşandan. DMME dibêje êdî ez van derbeyan qebûl nakim. Ez wan wekî sûcekî qebûl dikim. Lewma nenaskirina vê biryarê derbeya li demokrasiyê û Tirkiyeyê ye. Em ê kar û xebatên xwe wekî berî bidomînin. Komîsyon dê bernameyên taybet jî derxîne û em ê di demên pêş de bi raya giştî re jî parve bikin.”
Li aliyê din Berdevka HDPê Ebru Gunay li ser pirsa dersa bijarte ya Kurdî jî axivî û got, ew piştgirî didin dersa bijarte, lê ya hewce divê cîbîcihkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye.
Gunay eşkere kir: “Dersên bijarte yên Kurdî ji bo gelê Kurd ji bo 40 milyon Kurdî têrê nake. Hûn jî dizanin wekî her saziyên gelê Kurd em jî dibêjin pêwîstî bi perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Em dixwazin dersa bijarte berdewam bike, lê pêwîstiya herî mezin ew e ku bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. Ji bo van yekan dê çalakiyên me berdewam bikin. Ew platforma ku em jî di nav de ne îro li Amedê daxuyaniyekê dide em piştevaniya wan jî dikin.”
Herwiha berdevka HDPê li ser bûyerên li Zanîngeha Bogaziçiya Stenbolê jî axivî û bertek nîşanî kiryariyên hêzên ewlekarî û helwesta hikûmeta Ak Partiyê da û piştgiriya HDPê ya ji bo xwendekarên Bogaziciyê ragihand.