Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hatin paşxistin
Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ji bo 10ê meha Cotmeha bê hatin paşxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ji bo 10ê meha Cotmeha bê hatin paşxistin.
Encûmena Wezîran a Iraqê bi serperiştiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya û nûnerên Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê tê de beşdar bûn, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ji 6.6.2021an ji bo 10.10.2021an hetin paşxistin.
Ev jî piştî wê yekê tê, di çend rojên derbasbûyî de her sê serokatiyên Iraqê ji bo derengxistina dema hilbijartinan, bi Komisyona hilbijartinan re kom bûn.
Pêştir jî çend aliyên siyasî yên Iraqê ragihandibûn, rewşa siyasî û aborî ya Iraqê ji bo encamdana hilbijartinan ne guncaw e, ji ber wê jî daxwaza paşxistina hilbijartinan kirin.