Li devereke Herêma Kurdistanê erdhej çêbû!

Vê sibê li devereke Herêma Kurdistanê erdhej çêbû û ji aliyê xelkê deverê ve hat hîskirin.

Hewlêr (K24) – Li sînorê parêzgeha Duhokê vê sibê erdhej çêbû û ji aliyê xelkê deverê ve hat hîskirin.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê ragihand; vê sibê di demjimêr 07:50 de erdhejek bi pileya 3.2 û 7 kîlometre dûr, bajarê Duhokê qewimî.

Li gor gotina çend welatiyan ve ku bi Kurdistan24ê re ketin têkiliyê, erdhej hîs kirine.