Li navçeyeke Diyarbekirê ti haletên pêketina Koronayê nemane
Rêvebiriya tenduristiyê û parêzgariya Diyarbekirê ragihandine ku li navçeya Bismilê ji rojek berê ve tu haletekî nehatine dîtin.

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Bismil a Diyarbekirê, ti haletekî vîrusa Koronayê nemaye. Rêvebiriya tenduristiyê û parêzgariya Diyarbekirê ragihandine ku li navçeya Bismilê ji rojek berê ve tu haletekî nehatine dîtin û bang û daxwazî hatiye kirin ku hevkariya rênimayan berdewam be.
Saziyên fermî ku pêvajoya pandemiyê birêve dibin û hemû agahî diçin ber destên wan, ragihandin ku li navçeya Bismil a Diyarbekirê 2 roj e ti halet nehatine dîtin û ji bo ku haletên mane jî nemînin, daxwazî hat kirin ku hevkariya rênimayan û bergiriyan berdewam be.
Hêjayî gotine ye ku navçeyên li nav bajêr ne tê de, ji aliyê hêjmara nifusa xwe xwe ve, piştî Erxeniyê, Bismil 2yemîn mezintirîn navçe ye.
Piştî ku pêla duyem a belavbûna vîrusa Covid-19 dest pê kiribû, li Diyarbekirê jî rojane hejmara pêketiyan derketibûn 1500 kesî û li nexweşxaneyan jî cih nema bû. Lê bi destpêkirina rênimayên nû re, li Diyarbekirê rojane halet daketine derdora 100 kesî û beşên pandemiyê jî ji %90 vala bûne.