Amerîka: Piştevaniyê li Êzidiyan dikin
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, Amerîka ligel Êzidiyan e alîkariyê dike ji bo belgeyên tawanên DAIŞê bêne komkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, Amerîka ligel Êzidiyan e alîkariyê dike ji bo belgeyên tawanên DAIŞê bêne komkirin.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyekê de ragihand, Amerîka ragihand, tîma lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve ya ji bo lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de (UNITAD) ligel hikûmeta Iraqê kar kir û termên 104 Êzidiyan vegerandin gundê Koco yê Şingalê û bi destên merivên wan bi xakê hatin spartin.
Di daxuyaniyê de Prîce diyar kir, hevxemiya ligel Êzidiyên ku berî şeş salan ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin derbirî û got: Belgeyên ku li cihê bûyerê ji aliyê UNITAD hatine komkirin, dê gelekî alîkar dibin, ji bo dadwerî ji bo kesên rastî kiryarên hovane yên DAIŞê hatine, pêk were.
Bi gotina Ned Price, hikûmeta Amerîka ji dema damezirandina wê rêxistina ser bi Netewên Yekgirtî ve di sala 2017an de, 9 milyon Dolar ji budceya xwe daye wê rêxistinê, ji bo belgeyan li ser tawanên DAIŞê kom bike.
Ev daxuyaniya Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka di demekê de ye, duhî li gundê Koço yê Şingalê, bi merasîmekê termên 104 Kurdên Êzdî bi xakê hatin sipartin, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine şehîdkirin.