Li Rihayê bûyera trafîkê: 3 mirî û 30 birîndar
Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev ketin.
![Li ser rêya Dîlok – Rihayê otobusek tijî rêwî û kamyonek li hev ketin](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Feb-2021/16135462039acaaf36ccf2e1c69b4705baa5fbe56b_L.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev ketin, di encama bûyerê de herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, vê sibê 17ê Sibata 2021ê, li ser rêya Dîlok – Rihayê nêzîkê bajarokê Bêrecûkê otobusek tijî rêwî û kamyonek li hev ketin.
Di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û li gor agahiyên hatine belavkirin, 30 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên Bêrecûk û Rihayê hatin veguhestin.