Li Diyarbekirê bi lêkirina berfê kêfa welatiyan hat

Li Diyarbekirê di zivistana îsal de cara duyem berf bariya.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di zivistana îsal de cara duyem berf bariya. Bi lêkirina berfê welatiyan li kuçe û kolan û parkên bajêr bi berfê lîstin û demên bextewar derbas kirin. Welatî dibêjin; ji ber bandora koronavîrûsê bêhna wan teng bibû lê bi lêkirina berfê û lîstikan bêhneke fireh standin.

Berfê di şeva 17ê mehê roja Çarşemê destpê kir û dar û ber bi rengê xwe yê spî xemiland. Welatiyên ku ji ber koronavîrûsê bi mehane bêhna wan teng bibûn di saetên serê sibehê û pê ve xwe avêtin kuçe û kolan û parkên bajêr û bi berfê lîstin.

Zarokê bi navê Ramazan Demir ji K24ê re diyar kir: “Ev saleke berf nabare, berf îro bariya em hatin bi hevalên xwe re bi berfê dilîzin. Me gelek bêriya berfê kiribû. Careke din jî berf bariya bû lê erd negirtibû.  Vê carê berfê erd girt me jî pê lîst.”

Zarokekî din jî dibêje: “Me bi berfê lîst. Me kalê berfê çêkir, berfanê kir. Me berf diavêt hevûdin.”

Herwiha welatiyek jî diyar dike: “Ji zû ve ye berf nebariya bû. Li Diyarbekirê carina rojekê an du rojan berf dibare. Me ji berfê peykerê mirovan çêkir. Me pê re wêne girt.”

Welatiyeke din jî dibêje: “Berf dibare, zarok li malê nasekinin, em jî li pey wan digerin, ma ka em çi bikin. Jixwe ji ber vê nexweşiyê em dernakevin derve, bi îzna Xwedê ev nexweşî dê biqede. Dema ku qediya em ê jî bi rihetî derkevin derve.”

Zarokan bi malbatên xwe re li parkan bi berfê peykerên ajal û mirovan çêkirin û pê re wêne girtin. Ji ber koronavîrûsê dibistan girtine lê pêşdibistanan jî ji ber berfê roja pêncşemê wek bêhnvedan ragihandin. Malbatek jî heye ku ji ber aloziyên li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ji beriya 8 salan koçî Diyarbekirê bûne. Endamên malbat dibêjin; gelek salan li Qamişlo berf nabere ji ber vê yekê ew dê bi zarokên xwe re lîstikên berfê dilîzin.

Rojîn Meîş dibêje: “Îro rojeke xweş e elhemdulîllah. Em ji aliyê Qamişlo hatine, ji Sûrî ne. Me bêriya berfê kiribû, hem em ji ber koronayê dernediketin jî.  Maşallah îro rojeke gelekê xweş e, welatî bi berfê keyfxweş in. Xwezî li Sûrî jî berf bibariya. Me dixwest ku li cem ehlê me jî bibare ew jî pê keyf bikin.Em ji wan re wêneyan rêdikin, ew dibêjin xwezî li cem me jî berf bibariya.”

Dilşa Ehmed jî diyar dike: “Em îro gelek keyfxweş in, îro berfê lêkiriye û zarokên me gelekê keyf dikin.  Em bi vê berfê gelekê bextewar in. Ji ber vê nexweşiyê jî kes dernediket. Elhemdulîlah xweş e, gelekê keyfa me tê.”

Li gorî agahiyên ku saziya keşûhewayê radigihîne, pileya germahiyê bi şev di jêr sifrê de 4 û bi roj jî 5 pile ye. Li gorî texmînên saziya keşûhewayê roja Înê, Şemî û Yekşemê li herêma Diyarbekirê berf nabare û pileya germahiya hewayê bi şev di jêr sifrê de 4 bi roj jî di navbera 5 û 7 pileyan de ye.