Tiryaki: Bi zor û zextên siyasî, HDPê ji girtinê xirabtir dikin
Li Tirkiyê zor û zextên li ser HDPê her diçe zêdetir dibe.
Enqere (K24) - Li Tirkiyê zor û zextên li ser HDPê her diçe zêdetir dibe. 28 fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê da ji bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin. Desthilat dixwaze parêzbendiya hin parlamenterên HDPê rake. Partiya netewperest ÎYÎ Partî jî piştgirî dide Ak Partiyê. Parlamenterê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryaki ji bo K24ê axivî û got, desthilat dixwaze bi zor û zextên siyasî û darazê HDPê ji girtinê xirabtir bikin. Li gorî hiqûqnas û mafnasan, nîqaşên li ser girtina HDPê ji aliyê Ewropa û welatên demokratîk ve bi endîşe tê şopandin û wek kiryariyên antidemokratik tê dîtin.
Li Tirkiyê zor û zextên li ser HDPê her diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê da ji 33 fezlekeyên ku bo Parlamentoya Tirkiyê hate şandin 28 jê derbarê parlamenterên HDPê da ne. Piştî ku Erdogan got divê li Parlamen ya hewce bê kirin û şûnde partiya netewperest ÎYÎ Partiya ku di nav Tifaqa Miletê da cih digre eşkere kir ku ew ê ji bo rakirina parêzbendiyên HDPê dengê erê bikar bînin.
Parlamenterê Batmanê û Nûnerê HDPê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê Mehmet Ruştu Tiryaki ji bo K24ê axivî û got, ew bawer nakin ku doza girtinê li dijî HDPê vekin, lê ew di wê baweriyê da ne ku desthilat dixwaze bi zor û zextên siyasî û darazê HDPê ji girtinê xirabtir bikin.
Mehmet Ruştu Tiryaki diyar kir: “Ez bawer nakim ku doza girtinê li dijî HDPê vekin, lê em di wê baweriyê de ne ku desthilat dixwaze bi zor û zextên siyasî û darazê HDPê ji girtinê xirabtir bike.”
Li gorî pisporê Hiqûqa Newdewletî û Mafê Mirovan Kurtuluş Baştimar, nîqaşên li ser girtina HDPê ji aliyê Ewropa û welatên demokratîk ve bi endîşe tê şopandin. Baştimar, destnîşan dike ku ji bo girtina HDPê tu bingehekê hiqûqî nîne.
Kurtuluş Baştimar destnîşan kir: “Di sîstemekê demokratîk de girtina partiyekê siyasî nayê qebûlkirin. Fezlekeyên ku derbarê HDP’yiyan de hatine amadekirin derbeyekê ye ji bo demokrasiya Tirkiyê. Ewropa û civata navdewletî van geşedanan wek antîdemokratîk dibîne û qebûl nake. Mînaka Batasunayê ji bo HDPê şaş e. Jixwe ji aliyê hiqûqî ve tu bingehekê nîne ku HDP bê girtin.”
Di nav da Hevseroka HDPê Pervin Buldan û Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş bi giştî derbarê 9 HDPyiyan da fezleke hatine amadekirin û ji bo Komîsyona Têkel hate şandin. Ger li Lijneya Giştî bê dengdan û bi piraniya dengan bê qebûlkirin wê parêzbendiya parlamenterên HDPê bê rakirin û riya darazê bo wan bê vekirin.