Papa Francis gihîşte Hewlêrê

Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşte Hewlêra paytext.

Hewlêr (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê û biryar e ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên olî hevdîtinan pêk bîne.

Papa Francis li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên din ên payebilind û nûnerên pêkhateyên olî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî gihîştinê, Papa Francis ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Heêrma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û nûnerêm pêkhateyan civiya.

Di axaftina xwe Nêçîrvan Barzanî bi navê xelkê Kurdistanê bixêrhatinî li Papa Francis kir û serdana Papa bo Herêma Kurdistanê weke serdaneke dîrokî bi nav kir. Herwiha tekez kir ku pêkhateyên Herêmê, dakokî li peyama aştî û pêkvejiyanê dikin.