Îsal ji bo zimanê Kurdî tenê 3 mamoste hatin peywirdarkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kudistanê, perwerdehiya zimanê Kurdî her carê di warekî de dibe mijara gengeşî û rexneyan.

Perwerdehiya zimanê Kurdî
Perwerdehiya zimanê Kurdî

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kudistanê, perwerdehiya zimanê Kurdî her carê di warekî de dibe mijara gengeşî û rexneyan. Bi destpêkirina werzê nû yê perwerdehiyê re jî li Bakur û Tirkiyeyê ji bo 2 zaravayên Kurdî tenê 3 mamaoste hatine tayînkirin û ev jî bûye ciyê rexneyan.

Werzê nû yê perwerdehiyê û perwerdehiya rûbirû li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir û li gor werzê nû jî personel hatin destnîşankirin. Lê li Tirkiyeyê li gor daneyên fermî ji 20 milyonî, li gor hin lêkolînan jî ji 30 milyonî zêdetir Kurd dijîn û ji bo perwerdehiya Kurdî tenê 3 mamoste hatine tayînkirin.

Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê Ak Partiyê yê Diyarbekirê ku ji karên çandî yên heman partiyê jî berpirsyar e Eyup Karataş, tayînkirina mamosteyan ji bo Kurdî girîng nirxand û anî ziman ku bi kêmasî be jî ev gavên destpêkê ne û dê bi daxwaziya welatiyan re, hêjmara mamosteyên Kurdî yên peywirdarkirinê jî zede bibe.

Eyup Karataş ji K24ê re diyar kir: “Me heta vê hikûmetê gazincan dikir ku digotin zimanê we tune ye. Niha bi hikûmeta ma re em dibêjin li dibistanan mamosteyên me tune ye. Yanî Hikûmeta me wek destpêk mamosteyan bo Kurdî bi kêmasî be jî tayin dike. Ev destpêk e. Di pêşde heger ku daxwazî jî çêbibe, ez bawer im ku dê ev destpêk jî ber bi ciyekî baştir ve biçe.”

Di werzê nû yê perwerdehiyê de, ji bo zimanê Rûsî 25, ji bo Almanî 210, bo Erebî 503 û ji bo îngilîzî 938 mamoste nû hatine tayînkirin, lê ji bo zaravayê Kurmancî 2, ji bo Zazakî jî 1 mamoste hatine peywirdarkirin. Ev dane jî bûn mijara rexneyên giran li ser hikûmetê.

Sekretera Şaxa Yekemîn Şaxa Sendîqaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm- Sen a Diyarbekirê  Xecê Efe jî bal kişand ku li Trkiyeyê ew hişmendiya li dijî Kurdî hêj jî didome û divê demek zûtir di zimanê zikmakî de perwerdehî jî, wek bijarde na wek fermî bê pejirandin.

Xecê Efe diyar kir: “6-7 sal e, em dibînin ku ji bo Kurdî bi tevî, 3 mamosteyên îsal 115 mamoste hatine peywirdarkirin. Ev tişt jî nêzikayîya desthilatê û dewletê li hember Kurdî nişan dide. Yanî ev pirsgirêk 100 sal e heye û ew dewam dike, ji me nerihet in. Em dizanin ku gelê Kurd li vir teqrîben 30 milyon e û dixwazin bi zimanê xwe jî fêr bibin. Ji ber ku di sala yekemîn de, 16 hezar zarok daxwaza dersên Kurdî kiribûn. Lê niha wan daneyan jî parve nakin. Me pirsî, lê ew agahî nedan me em hêjmara serîlêdanan nizanin.”

Çavdêr û pisporên civakî û perwerdehiyê jî balê dikşînin ku bi Kurdî dîtina perwerdehiyê mafekî gerdûnî yê zarokên Kurd e û loma jî dewlet berpirsyar e ku li gor bicîhkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî amadekarî û peywirdariyan bike.